Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya

behsa guhertin û pêşhatên li Rojava û Sûriyeyê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa rewşa Rojava û Sûriyeyê hate kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya nunerê Amerîkayê yê bo karûbarên bakûr û rojhilatê Sûriyeyê birêz Nicholas Grainger û şanda pê re kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê Erven Hicks jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên rewşa Sûriye û Îraqê kir.

Di beşeke din ya civînê de me tekez li ser girîngiya destpê kirina diyaloga navbera aliyên Kurdî li Sûriye û rêdan bi azadiya kar û çalakiyên siyasî û rêkxistinî li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê de kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.