Kosulusê Amerîkayê serdana pêşmergeyên birîndar kir

di encama êrîşên Îranê de 17 kes şehîd bibûn.
کوردستان TV
100%

Ev pêşmerge di encama êrîşên Îranê de birîndar bibûn.

Îro li Hewlêrê Konsulusê giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks li gel şandeke din ya Konsulusxaneya Amerîkayê serdana ev pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir û di encama êrîşên rejîma Îranê de birîndar bibûn.

Irvin Hicks li nexweşxaneyeke Hewlêrê serdana wan pêşmergeyan kir û ji nêz ve ji rewşa wan û tendirostiya wan pirsî.

Weke tê zanîn ku, hefteya derbasbûyî rejîma Îranê bi dron û mûşekan êrîşî ser sê navendên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê li herêma Kurdistanê de kiribû û di encam de 17 kesan canê xwe ji dest dabûn û 50 kes jî birîndar bibûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.