Ukrayna: Me 6 dronên din yên Îranî xistin erdê

ev her 6 dron di nava du rojan de hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Hefteya derbasbûyî jî 8 dronên din hatibûn xistin.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku, li Rojhilatê welat, hêzên wan karîne 6 dronên din yên Îranî yên ji cureya Şahêd 136 bixin erdê.

Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Ukraynayê di nava du rojên derbasbûyî de, hêzên Ukraynî di şer û pevçûnên li Rojhilatê welat de karîne 6v dronên din yên Îranî yên ku, ji aliyê Rûsyeyê ve dihatin bikaranîn bixin erdê.

Weke tê zanîn ku, Îran jî red dike ku dron dabe Rûsyeyê û hefteya derbasbûyî jî 8 dronên din yên Îranî hatibûn xistin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.