Nêçîrvan Barzanî: Terorê bi tenê bi rêbazên leşkerî nayê jinav birin

behsa rewşa rojavayê Kurdistanê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel nunerê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê civiya.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Nicholas Garner û şanda pê re kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, giftûgo li ser pêşhatên dawî yên li Sûriye û Îraqê, gefên DIŞI, têkiliyên navbera aliyên Kurdî û pêkhateyên li Sûriyeyê û herwiha rewşa kempan bi taybetî kempa Holê jî hate kirin.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser domandina hevkarî û hevbeşî ya bo rûbirû bûna teror û metirsiyên DIŞIê kir ku, hîn jî metirsiyeke rastîne li ser Sûriye, Îraq û deverê.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Nicholas Garner ev yek diyar kirin ku, lazime welatên Ewrûpî bo vegerandina welatiyên xwe yên di nava kempa Hol de hevkar bin.

Di beşeke din ya civînê de Nêçîrvan Barzanî ev yek anî ziman ku, teror bi tenê bi rêbazên leşkerî nayê jinavbirin belku bo ji nav birina terorê lazime, rêya perwerdehî, bihêztir kirina çanda hev û du qebûl kirinê û çanda bihevre jiyanê jî werin bikaranîn û bi rêya wan li dijî hizr û ramanên radîkal rawestîn.

Girîngiya yekdengî û diyaloga navbera aliyên Kurdî û pêkhateyên Sûriyeyê, rewşa deverê bi giştî û çend babetên din yên hevbeş mijarên din yên civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.