3 Xwendekarên Kurd ji aliyê rejîmê ve hatin girtin

heta niha çarenivîsa wan Xwendekaran nediyare.
کوردستان TV
100%

Li Kirmaşanê hatine girtin.

Xwepîşandanên dijî rejîmê li seraserê Îranê di roja 18mîn de berdewamin û di vê çarçoveyê de jî duhê li zanîngeha Razî ya li Kirmaşanê xwepîşandaneke mezin li dijî rejîmê hatiye lidarixstin.

Di xwepîşandanê de hêzên rejîmê jî êrîşî ser Xwendekarên zanîngeha Razî kirine û gelek Xwendekarên vê zanîngehê jî hatine girtin.

Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku, sê ji Xwendekarên girtî yên vê zanîngehê Kurdin.

Heta niha çarenivîsa xwendekarên girtî nediyare.

Weke tê zanîn xwepîşandanên dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ku, beriya 18 rojan destpê kiribû, bûne xwepîşandanên seraserî li dijî rejîmê û hîn jî li seraserê Îranê ev xwepîşandanên han didomin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.