Justin Trudeau: Rejîma Îranê xwînmêje

dibêje lazime civaka cîhanî bi tundî rejîma Îranê ceza bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê rejîma Îranê bi tundtirîn awayî ceza bikin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku, hikûmeta Kanadayê li dijî kiriyarên rejîma Îranê yên li dijî xelkê xwe û xwepîşanderan, dorpêç û cezayên gelek dijwar xistine ser 25 rayedar û 9 dezgehên fermî yên rejîma Îranê

Trudeau herwiha diyar kir ku, rejîma Îranê rejîmeke xwînmêje lewre lazime tevahiya civaka cîhanî helwestên gelek dijwar raberî rejîma Îranê bike.

Nav hatî diyar kiriye ku, Kanada berdewam dibe li ser ceza kirina rejîmê û di pêşerojê de vê dorpêç û cezayên gelek dijwar bixe ser rejîma Îranê û rayedarên rejîma Îranê.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.