Ewrûpa darayiyên Îranê dicemdîne

ewrûpa dest bi ser darayiyên rejîma Îranê de digire.
کوردستان TV
100%

Dibêje vê dest deynin ser tevahiya darayiyên Îranê yên li Ewrûpayê.

Wezîra derve ya Franseyê Catherine Colonna ragihand ku, Yekîtiya Ewrûpayê bi tundî rejîma Îranê şermezar dike û niha YE hewl dide daku, proje qanûneke nû li dijî rejîma Îranê û kesên ku, êrîşî ser xwepîşanderan kirine amade bike.

Wezîra derve ya Franseyê Catherine Colonna eşkere kiriye ku, vê di çarçoveya proje qanûna han de YE dest deyine ser tevahiya darayiyên rejîma Îranê û yên kesên ku êrîşî ser xwepîşanderan kirine.

Colonna herwiha diyar kiriye ku, vê di çarçoveya proje qanûna han de seferkirina rayedarên rejîmê û kesên ku, êrîşî ser xwepîşanderan kirine, bo Ewrûpayê jî were qedexekirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.