Muqteda Sedir daxuyaniyeke nû da

dibêje lazime danûstan eşkere û li ber çavên raya giştî de werin meşandin.
کوردستان TV
100%

Dibêje bi merc amadeya beşdarî di danûstandinan de bike.

Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku, beriya niha ragihandibû ku, bi temamî dev ji prosesa siyasiya Îraqê berdaye, daxuyaniyeke nû weşand.

Muqteda Sedir di daxuyaniya xwe ya kurt de dibêje bi merc amadeye li gel aliyên din yên Îraqê giftûgo bike û mercên wî jî ewin; Yekem lazime danûstan eşkere û li ber çavên raya giştî bin.

Duyem; Lazime danûstanên heyî bo dor xistina wan kesan bin ku, heta niha di nava prosesa siyasiya Îraqê de beşdar bûne.

Weke tê zanîn alîgirên Sedir û Sedir bo xwe jî li dijî vê yekêne ku, aliyên siyasî yên şîe yên nêzî Îranê hikûmeta nû ya Îraqê ava bikin û bo vê yekê jî meha derbasbûyî xwepîşandanên gelek mezin organîzekiribûn.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.