Zelenskyy: Hêzên me hin bajarokên li Kherson û Donetskê rizgar kirin

pêşrewiyên artêşa Ukraynayê ber bi rojhilatê welat ve berdewamin.
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku hêzên Ukraynî hin bajarokên li herêma Khersonê rizgar kirine.

Zelenskyy şeva Yekşemê da zanîn ku wan Arkhanhelske û Myrolyubivka ji destê hêzên Rûs derxistine.

Ajansa nûçeyan ya Reutrsê da zanîn ku wê nekarîye bi awayekî serbixwe piştrast bike ku ka ew nûçeyên ser rizgarkirina wan bajarokan rast in yan ne.

Karbidestên Ukraynî berî bajarokên li herêma Khersonê dîyar kiribûn ku hêzên Ukraynî Lyman ya li Donestkê rizgar kirine.

Zelenskyy ser rizgarkirina Lyman bêyî ku hûrîyan bide gotibû ku ewê serketinên wan bidomin.

Pisporên şer dibêjin çekên giran yên ketine destê hêzên Ukraynî dikarin rewşa şer biguherînin.

Ji dengeamerîkayê hatiye wergirtin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.