Hêzên rejîmê jî raste rast êrîşî ser xelkê dikin.
Ev 17 roje şoreşa gelên Îranê li dijî rejîmê berdewame.
Şoreş jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî bi destê çekdarên rejîmê destpê kiriye û niha li seraserê Îranê didome.
17 roje gelên Îranê bi diroşmên dijî rejîmê li qadan raperînê dikin û hêzên rejîmê jî raste rast êrîşî ser xelkê dikin û heta niha nêzî 200 kesan bi destê hêzên rejîmê hatine kuştin û zêdetir ji hezar kes jî birîndar bûne.
Herwiha gelek kuştiyên rejîmê jî hene û gelek navendên leşkerî û ewlekarî yên rejîmê jî hatine şewitandin.
Heta niha hikûmet û parlementoya Îranê du caran bi awayeke awarte civiyane lê ji bilî êrîş kirinê ti çareseriyek pêşniyar nekirine.
Li hember de jî raperîn û şoreşa gelên Îranê her diçe zêdetir û berfiretir dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin