Şoreşa xelkê dijî rejîmê berdewame

dibêje îro roja raperîna xelkê li dijî rejîma sitemkare.
کوردستان TV
100%

Hijmareke zêde Mosteyên zanîngehan dijî rejîmê daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Raperîn û şoreşa gelên Îranê li dijî rejîma vê welatê berdewame û ev 17 roje gelên Îranê li dijî rejîmê rixmî êrîşên dijwar yên hêzên rejîmê, li qadan li dijî rejîmê serhildana xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê de jî duhê hijmareke gelek zêde ji Mamosteyên zanîngehên Îranê bi taybetî zanîngeha pîşesazî ya Şerîf ya li Tehranê li dijî rejîma Îranê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniya han de, Mamoste rixmî diyar kirina piştîvaniya xwe bo raperîna xelkê, hevdem dijatiya xwe ya li dijî rejîmê jî diyar kirine û anîne ziman ku, heta hetaye rejîm nikare zilimê li xelkê bike vê rojek were ku, xelk rejîmê hilweşîne û îro jî heman roje.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku, kes nikare zewiq, xwestek, ferman û dilxwazên xwe bi zorê li ser xelk bisepîne.

Weke tê zanîn niha li Îranê zêdetir ji 30 zanîngehan ketine grevê û daxwaz ji tevahiya zanîngehan tê kirin daku, beşdarî grevê bibin.

Ji aliyeke din ve zanîngeha pîşesazî ya Şerîf ya li Tehranê hîn jî di nava dorpêçên hêzên rejîmê deye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.