Serokwzîra Brîtanyayê nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê şandiye

Liz Turss gotiye em pêbendin bi parastina aramiya Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Di nameyê de tekez li ser bihêztir kirina têkiliyan dike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe belav kir ku, Serokwezîra Brîtanyayê nameyek jê re şandiye ku, ev jî naveroka vê nameya hane;

Nameyeke Serokwezîra şahnişîna yekgirtî xatû Liz Truss gehêşte me.

Serokwezîra şahnişîna yekgirtî di nameya xwe de behsa serdana me ya meha Nîsana îsal ya bo Brîtanyayê kiriye û nivîsandiye: Gelek kêfxweş bûm ku, di nîsana îsal de li London min pêşwaziya we kir û hêvî dikim serdana we berhemdar bûbe.

Serokwezîra şahnişîna yekgirtî behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û şahnişîna yekgirtî dike û dibêje; Gelek kêfxweşim ku, têkiliyên dîrokî yên di navbera me de îro, ji her demekê bihêztirin.

Birzê Liz Truss di beşeke din ya nameya xwe de nivîsandiye: Em xwedan nirxên hevbeşin û em pêbendin bi parastina ewlekariya herêma Kurdistanê weke beşek ji Îraqeke bihêz û yekgirtî û berdewam dibin li ser vê yekê ku, bihevre li dijî terorê bikin.

Nav hatî di dawiya nameya xwe de nivîsandiye; Hêvî dikim bihevre kar bikin bo bihêztir kirina têkiliyên navbera me de.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.