Serokwezîrê Îraq û Kurdistanê tekez li ser diyalogê dikin

Mistefa Kazimî li gel Serok Barzanî jî civiya ye.
کوردستان TV
100%

Her du alî daxwaza çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê dikin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kir û pişt re jî Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê me pêşwaziya Serokwezîrê Îraqa federal birêz Mistefa Kazimî kir.

Pişt re di civînekê de me giftûgo derbarê kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir û me her du aliyan tekez li ser pêwîstiya domandina diyalogê bo derbas kirina astengiyan kir.

Her di heman civînê de hijmareke mijarên girîng yên girêdayî bi jiyana welatiyên herêma Kurdistanê hatin nirxandin û her du alî li ser vê yekê ku, lazime berejwendiyên tevahiya welatiyên tevahiya pêkhateyan, maf û şayisteyên destûrî yên wan li seraserê welat û herêma Kurdistanê de di pêşiya tevahiya karan de be.

Di beşeke din ya civînê de tekez li ser berdewam bûn û pêwîstiya berdewam bûna civînên hevbeş û nizîkatî kirineke cidî li gel tevahiya dosyeyan û afirandina mercên baş bo giftûgoyeke avaker ku, bibe sedema çareser kirina kêşeyan di çarçoveyê destûrê de, hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.