Îran dîsa dest bi topbaranê kir

topbaran hîn jî berdewame.
کوردستان TV
100%

Ev zêdetir ji 10 rojane ev deverên han topbaran dike.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me dane, kêliyek beriya niha topxaneyên rejîma Îranê careke din dest bi topbaran kirina zozanên devera Sîdekanê û quntarên çiyayê Helgordê kiriye.

Peyamnêrê me diyar kir ku, topbaran hîn jî berdewame û heta niha zirarên canî çê nebûne lê zirarên mezin yên madî ber deverê ketine.

Hate zanîn ku, jiber topbaranên berdewam yên rejîma Îranê zêdetir ji 100 Cotkar û Zomdar cîhên xwe vala kirine û berê xwe dane cîhên din.

Duhê jî rejîma Îranê li gundê Werde ya ser bi Çomanê, êrîşî ser mala welatiyeke medenî kiribû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.