Civata ewlekarî sibê dicive

vê di civînê de nîqaşeke berfire li ser rewşa Îraqê were kirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de vê nîqaş li ser rewşa Îraqê were kirin.

Li gor daxuyaniyeke nuneratiya Netewên Yekgirtî ya li Îraqê, biryare sibê sêşem 4ê Cotmehê, civata ewlekarî ya Netewên Yekgirtî bicive.

Li gor daxuyaniya nuneratiya NY ya li Îraqê vê di civîna sibê de, nuneratiya NY ya li Îraqê raportek derbarê rewşa Îraqê de pêşkîşî civatê bike û civata ewlekarî jî piştî raportê dest bi nirxandina rewşa giştî ya Îraqê bike.

Weke tê zanîn ev nêzî salekê ye ku, li Îraqê hilbijartin hatine kirin lê hîn jî hikûmeta nû nehatiye avakirin.

Tê payîn di heman civînê de vê nîqaş li ser êrîşên Tirkiye û Îranê jî yên bo ser axa Îraqê were kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.