8 dronên din yên Îranî hatin xistin

di nava 5 rojan de 9 dronên Îranî hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatine xistin.

Piştî ku, roja înê artêşa Ukraynayê ragihand ku, bo cara ewil dronên Îranî yên ku, di şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê de beşdarin, ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatine xistin, duhê jî wezareta berevanî ya Ukraynayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Ukraynayê de hatiye diyarkirin ku, di şerê li bajarê Odessa û derdorê de di nava sê rojên derbasbûyî de 8 dronên Îranî yên ku, ji aliyê Rûsyeyê ve dihatin bikar anîn hatine xistin.

Bi vê awayî di nava 5 rojan de bi giştî 9 dronên Îranî li Ukraynayê hatine xistin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.