Hewlên agirbestê li Yemenê bêencam bûn

Hûsî jî li ser vê mijarê hevpeymaniya Erebî tawanbar dikin.
کوردستان TV
100%

NY dibêje her du alî naxwazin dema agirbestê were dirêjkirin.

Nunerê Netewên Yekgirtî yê bo karûbarên Yemenê Hans Grundberg ragihand ku, rixmî hewldanên gelek zêde lê hewldan bo dirêj kirina dema agirbestê ya li Yemenê bêencam bûne.

Nunerê NY yê bo karûbarên Yemenê Hans Grundberg diyar kiriye ku, her du alî rixmî hewldanên NY, li ser dirêj kirina dema agirbestê, lihev nekirin û naxwazin dema agirbestê were dirêjkirin.

Ji aliyê xwe xwe çekdarên Husî jî hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Siûdiyeyê tawanbar dikin û dibêjin hevpeymaniya Erebî li dijî agirbestê ye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.