Şerê navxweyî yê Îranê berdewame

gelek xwendekarên zanîngehan hatine birîndarkirin.
کوردستان TV
100%

 

Duhê bişev dîsa li gelek bajaran pevçûn qewmîn.

Şerê navxweyî Îranê yaku, hêdî hêdî vedigere û dibe şoreşeke seraserî ya li dijî rejîma Îranê di roja xwe ya 16mîn de berdewame.

Li gor zaniyariyên berdest, ji Rojhilatê Kurdistanê bigire heta sînorên Pakistan û Efanistanê û ji Başûrê Îranê bigire heta Bakûrê Îranê raperîna seraserî li dijî rejîmê berdewame û hêzên rejîmê jî berdewamin li ser êrîş kirine ser xelkê.

Di heman çarçoveyê de jêderên çapemeniyê vîdeoyek belav kirine ku, taybete bi pevçûnên derdora zanîngeha pîşesazî ya Şerîf ya li Tehranê, di dêmenan de diyare ku, hêzên rejîmê biçek êrîşî ser Xwendekaran dikin û di encama wan êrîşan de tê gotin ku, gelek Xwendekar birîndar bûne û gelek jî hatine girtin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.