Topbarana deverên sînorî didome

rejîma Îranê cîhên sivîlan bordiman dike.
کوردستان TV
100%

Ev 6 roje rejîma Îranê bi berdewamî deverên sînorê yên Kurdistanê bordiman û topbaran dike.

Di vê derbarê de Peyamnêrê me yê li devera Çomanê ragihand ku, kêliyek beriya niha rejîma Îranê bi droneke bombekirî, êrîşî ser gundê Werde ya ser bi Çomanê li devera Balakatê kiriye.

Her çend bordimana han nêzî mal û xaniyên welatiyan bûye lê xweşbextane ti zirareke canî lipey nebûye.

Şêniyên deverê jî eşkere kirine ku, ev çend roje rejîma Îranê wan cîhan bordiman dike ku, bi ti awayî ti hêzeke çekdar li wan deveran de tuneye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.