Firotina F16an tê asteng kirin

Amerîka daxwaza gerentiya nivîskî û fermî ji Tirkiyeyê dike.
کوردستان TV
100%

Kongrêsa Amerîkayê daxwaza gerentiyê ji Tirkiyeyê dike.

Li gel ku, Tirkiye dibêje danûstandinên navbera Amerîka û Tirkiyeyê yên li dor kirîna balefirên nû yên cengî yên F16 ji Amerîkayê gelek bi başî berdewamin, lê çapemeniya Amerîkayê tişteke din belav dike.

Di vê derbarê de çapemeniya Amerîkayê belav kiriye ku, komîteya têkiliyên derve ya kongrêsa Amerîkayê çend xal li ser proje bûdceya berevanî û pîşesaziya berevanî ya bo 2023an ya Amerîkayê zêde kiriye.

Di wan xalan de hatiye diyarkirin ku, nabe Amerîka bêyî wergritina gerentiyan balefirên F16 bifiroşe Tirkiyeyê.

Kongrêsa Amerîkayê diyar kiriye ku, lazime Tirkiye gerentiya nivîskî ya sedî sed bide Amerîkayê ku, wan balefiran dijî berejwendiyên nîştimanî yên Amerîkayê li cîhanê bikar nahîne û herwiha lazime Tirkiye gerentî bide Amerîkayê ku, wan balefiran dijî Yûnan û hevpeymanên din yên Amerîkayê bikar nahîne.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.