Rejîma Îranê parçe bû

oldar û pêşengên olî Xamneyî bi bikuj bilêv dikin û dibêjin ne muctehêde.
کوردستان TV
100%

Oldar û xwendekarên olî dijî Xamneyî nameyeke hevbeş belav kirin.

Roja li gor çapemeniya Farsî ( Iranianuk) roja înê zêdetir ji 400 oldarê navdar û Xwendekarên olî li navendên olî weke Qum, Meşhed û Tehranê nameyeke hevbeş li dijî Rêberê Îranê Elî Xamneyî belav kirine.

Ev oldar û xwendekarên han di nameya xwe de rixmî mehkûm kirina êrîşên rejîmê yên li dijî xwepîşanderan û kuştina xelkê, hevdem eşkere kirine ku, li gor ola îslamê, kesê ku, fermana kuştina kesên din bide, ev kes nikare bibe oldar û pêşengê olî, niha li Îranê Elî Xamneyî ku, ferman bi hêzên spah, artêş, besîc û hêzên din yên ewlekarî kiriye daku, xwepîşanderan bikujin, ne pêşeng û oldarê meye û nabe xelk wî weke pêşeng ( muctehêd/ di mezheba şîeyan de wateya muctehêd ew ku, kesek di warê olî de weke nimûne anjî çavkanî were esas girtin) bihesbîne û fermanên wî cîhbicîh bike.

Di beşeke din ya nameya hevpar de hatiye diyarkirin ku, di warê xwendinê de jî Xamneyî ewqas nexwendiye ku, bikaribe bigehêje asta muctehêdî.

Di beşeke din ya nameya hevpar de hatiye diyarkirin ku, piştî mirina Xumeynî bi neçarî welayeta Xamneyî pejrandine, lê di nava çend salên derbasbûyî de nav hatî gelek tawanên mezin derheqê xelkê Îranê kiriye lewre niha em weke oldarên navenda olî ya Qum, Meşhed û Tehranê, Xamneyî weke muctehêd nahesbînin û fermanên wî û fermanên hêzên ku, raste rast ser bi Xamneyîne cîhbicîh nakin û lazime rejîm û hêzên ewlekarî jî bi heman awayî xwe ji tawan kirin û guneh kirinê biparêzin û fermanên wan cîhbicîh nekin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.