Zanîngehên Îranê hatin daxistin

li seraserê Îranê xelk peyker, sembol û wêneyên rayedarên rejîmê dişewitîne.
کوردستان TV
100%

Hêzên rejîmê êrîşî ser zanîngehan jî dikin.

Ev 15 roje xwepîşandanên seraserî li Îranê berdewamin û di vê çarçoveyê de jî weke eniyeke nû, xwendekarên zanîngehên Îranê jî li dijî rejîmê dest bi xwepîşandan û boykot kirina zanîngehên rejîmê kirine.

Duhê li Tehran, Isfehan, Tebrîz, Nîşabûr, Sine, Kirmaşand, Hemedan, Xorasan û çand eyaletên din yên Îranê, tevahiya zanîngehan hatin daxistin û xwendekar li dijî rejîmê dest bi xwepîşandanan kirin.

Her çend gelek xwepîşander hatine girtin, lê xwepîşandana xwendekarên zanîngehan berdewamin û hêzên rejîmê jî nikarên pêşiya wan bigirin.

Li Tehran, Bûkan, Sine, Îsfehan, Nîşabûr û çend şarên din jî xwendekarên zanîngehan peyker û sembolên rejîmê yên weke wêneyên Xamneyî, peykera Qasim Silêmanî, Besîc û gelek sembolên din yên rejîmê şewitandin.

Hate zanîn ku, li meydana Pûnek ya li Tehranê xwendekaran êrîşî ser hêzên rejîmê kirine herî kêm 10 tirimbîl û 15 matorên hêzên rejîmê bi temamî şewitandine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.