Franse Serokwezîrê Kurdistanê xelat kir

Franse têkiliyên xwe li gel herêma Kurdistanê bihêztir dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Serokê komîteya têkiliyên derve ya civata Pîran ya Franseyê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê civata pîran ya Franseyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Serokê komîteya têkiliyên derve, berevanî û hêzên çekdar li civata Pîran ya Franseyê birêz Senator Christian Cambon kir.

Di civînê de me derbarê guhertin û pêşhatên rewşa giştî ya Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên navbera Frasne û hikûkmeta herêma Kurdistanê de giftûgo kir.

Serokê komîteya têkiliyên derve, berevanî û hêzên çekdar ya li civata Pîran ya Franseyê Christian Cambon kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe ya dubare bo herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku, her gava serdana Hewlêr û herêmê dike pêşkeftinên berbiçav dibîne. Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyên pir alî bi taybetî di warê ewlekarî û berevanî de li gel herêma Kurdistanê diyar kir û xelata rêzgirtinê ya civata Pîran ya Franseyê jî pêşkêşî me kir.

Me jî di beşeke din ya civînê de spasiya hikûmet û xelkê Franseyê kir ku, di rojên dijwar de piştîvaniya gelê Kurdistanê kirine û xwesteka herêma Kurdistanê jî ya ji bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan li gel Franseyê diyar kir.

Reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê, girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî, parastin û rêz girtin ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê çend mijarên din yên civîna me bûn ku, têde Konsulusê giştî yê Franzeyê yê li herêma Kurdistanê Olivier Dicotine jî têde beşdar bû.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.