19 leşker û Fermandarekî Îranî hatine kuştin

di nava hefteyekê de ev 3mîn Fermandare ku tê kuştin.
کوردستان TV
100%

Li Zahêdanê hatine kuştin.

Çapemeniya fermî ya rejîma Îranê belav kiriye ku, duhê li Zahêdanê di encama êrîş û pevçûnan de herî kêm 19 leşkerên Îranî hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Îranê di nava kuştiyan de Cîgirê Fermandarê spaha Pasdaran ya li Silêmanê Hemîd Reza Haşimî jî heye.

Weke tê zanîn duhê li Zahêdanê xwepêşandaneke mezin hatibû kirin û Fermandarê îstîxbarata leşkerî ya rejîmê jî hatibû kuştin.

Heta niha di nava yek hefteyê de ev 3mîn rayedarê mezin yê rejîmê ye ku, li deverê de tê kuştin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.