Li Zahêdanê xelk pişta rejîmê şikand

vê merasîma veşartina qurbaniyan bikin merasîma azadiya Zahêdanê.
کوردستان TV
100%

Li Zahêdanê rixmî hijmareke zêde şehîdan lê tevahiya navendên rejîmê hatine şewitandin.

Duhê înê li bajarê Zahêdanê ya li Başûrê Îranê, xelk piştî nimêja înê li dijî rejîmê dest bi xwepîşandanên berfire û girseyî kir.

Li hember xwepîşandana xelkê de jî hêzên rejîmê yên li vê bajarê çek bikar anîn û bi kopteran êrîşî ser xelk kirin.

Di encama êrîşên rejîmê de herî kêm 57 kes canê xwe ji dest dan û nêzî 200 kesên din jî birîndar bûn. Jiber vê yekê jî kina xelkê zêde bû û êrîşî ser navendên rejîmê kirin.

Xelkê karî li bajarê Zahêdanê, hem Fermandarê îstîxbarata leşkerî ya rejîmê yê li deverê bikuje û him jî karî tevahiya navendên leşkerî û ewlekarî yên rejîmê li vê deverê de bişewitîne.

Piştî şewitandina û wêran kirina navendên leşkerî û ewlekarî yên rejîmê li deverê de, ev bajêr bi temamî kete destê xelkê, û rejîm jî bi neçarî ji hin deverên din hêz şandine nêzî bajêr lê xelk jî biryar daye qurbaniyên xwe bimerasîmeke biheybet veşêre û merasîmê jî bike merasîma rizgar kirina Zahêdanê ji destê rejîma Îranê.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.