Ji gelek deveran ve Xwepîşander berê xwe dane Bexdayê.
Xwepîşandana ku biryar bû, îro 1ê Cotmehê li Bexdayê were destpêkirin, kêliyek beriya niha destpê kir.
Rixmî tedbîrên tund yên ewlekarî, ji gelek dever û bajaran ve xwepîşander berê xwe dane Bexdayê û niha li meydana Azadî ya li Bexdayê xwepîşander kom dibin û dest bi xwepîşandanan kirine.
Ji aliyeke din ve jî hêzên ewlekarî tevahiya rêyên ku, diçin herêma Kesik ya li Bexdayê daxistine û tedbîrên tund yên ewlekarî stendine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin