Amerîka: Me droneke Îranê xistiye erdê

dibêje beriya ku, dron bigehêje asmanê Hewlêrê balefirên me êrîş kirine û dron teqandine.
کوردستان TV
100%

Dibêje ev dron ber bi Hewlêrê ve dihat.

Li gel êrîşên duhê yên rejîma Îranê yên bo ser navendên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê, Amerîka jî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, duhê rejîma Îranê droneke bombekirî ya mezin ber bi Hewlêrê ve jî birê kiribû lê beriya ku, nêzî asmanê Hewlêrê bibe, balefirên me yên cengî êrîşî ser vê drone Îranî kirine û teqandine.

Her duhê wezareta berevanî û derve yên Amerîkayê di daxuyaniyên cuda cuda de êrîşên Îranê bi tundî mehkûm kiribûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.