Mezintirîn eşîra Kurd li Rojhilatê dest bi xwepîşandanan kir

vê car bila rejîma Îranê bikarêbe ber xwe bide, Lor jî li dijî rejîmê daketin qadan.
کوردستان TV
100%

Eşîra Bextiyarî îro bi fermî dijatiya xwe ya li dijî rejîma Îranê ragihand.

Xwepîşandan û aloziyên heyî yên li Îranê her diçe zêdetir û berfiretir dibin û di vê çarçoveyê de mezintirîn eşîra Kurdan ya li Rojhilatê Kurdistanê ku, xwedan roleke girînge li Îranê îro bi fermî dadikeve qadan û li dijî rejîmê xwepîşandan dike.

Eşîra Bextiyarî ragihandiye ku, îro ji Kirmaşan heta Ehwazê li tevahiya wan bajaran dadikeve qadan û li dijî rejîma Îranê dest bi xwepîşandanê dike.

Eşîra Bextiyarî ku, ji çend qebîleyên Lor, Kelhor û qebîleyên din pêk hatiye û tevahiya Lor û kelhoran lixwe digire ragihandiye ku, emê îro bi fermî li dijî zilimê destê biratî bidin xelkê din û dijî rejîmê dest bi xwepîşandanan bikin.

Weke tê zanîn eşîra Bextiyarî di dîroka Îranê de xwedan roleke girînge û gelek caran jî beriya şoreşa Îranê kariye derbên gelek dijwar li rejîmên Îranê bide.

Di daxuyaniya eşîra Bextiyarî de hatiye gotin ku, li Kirmaşan, Îze, Mescid Silêman, Lalî, Endîka, Ehwaz û bajarên din yên ku, Bextiyarî têde dijîn vê îro êvarê dest bi xwepîşandanên mezin dijî rejîmê bikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.