Îran li xwe mokir hat

dibêje em serfirazin ku zarok û jin kuştine.
کوردستان TV
100%

Dibêje em serfirazin ku zarok jî kuştine.

Rejîma Îranê sînorên hovîtî derbas kir û ragihand ku, serfiraze ku di encamên êrîşên duhê de zarokên pêşmergeyên partiyên Rojhilatê şehîd kirine.

Di vê derbarê de Fermandarê hêzên bejahî yên spaha Pasdaran ya Îranê û berpirsê êrîşên duhê yên rejîmê Mihemed Pakpûr daxuyaniyek daye û ragihandiye ku, me bi 73 mûşekan êrîş pêk anîne û em kêfxweşin ku, di encama êrîşê de wendahiyên zêde çê bûne.

Weke tê zanîn di encama êrîşên duhê yên rejîma Îranê de 13 welatî ku, di nava wan de tenê du kes pêşmerge bûne û ewin din jin û zarok bûn şehîd ketin û zêdetir ji 50 kesên din jî birîndar bibûn.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.