Balyozê Îranê bo wezareta derve ya Îraqê hatiye vexwandin.
Piştî êrîşên mûşekî yên duhê yên rejîma Îranê yê bo ser navendên opozîsyona Kurdî ya Îranê yên li herêma Kurdistanê de, wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên daxuyaniyeke tund da û huşdarî da Îran û Tirkiyeyê.
Fûad Husên diyar kir ku, Îraq û axa Îraqê ne baxçeya piştî ya Îran û Tirkiyeyê ye ku, her gava bixwazin êrîşî ser bikin, ti mafeke wan welatan tuneye bi ti awayî êrîşî ser axa Îraqê bikin.
Nav hatî diyar kiriye ku, mixabin jiber siyaset û aloziyên navxweyî yên Îraqê siyaseta derve ya Îraqê jî lawaz bûye û welatên cîran jî ji aliyekê ve karûbarên bazirganî yên xwe li gel Îraqê didomînin û ji aliyeke din ve jî êrîşî ser axa Îraqê dikin.
Husên tekez li ser vê yekê kiriye ku, ji niha û pêda Îraq li hember êrîşên welatên cîran bêdeng nabe û hewlestên tundtir raber dike.
Ji aliyeke din ve duhê jî balyozê Îranê yê li Bexdayê hatibû vexwandin û noteyeke dijwar ji wî û rejîma Îranê re hatibû dayîn.
Weke tê zanîn duhê di encama êrîşên Îranê de bi giştî 13 welatî şehîd bibûn û 50 welatiyên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin