Di encama êrîşên rejîma Îranê de 9 welatî şehîd bûne

piraniya şehîd û birîndaran jin û zarokin û medenî ne.
کوردستان TV
100%

Wezîrê tendirostî daxuyanî da.

Derbarê êrîşên îro yên rejîma Îranê yên bo ser navendên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li herêma Kurdistanê, wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê daxuyanî da.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr, Saman Berzencî ragihand ku, mixabin di encama êrîşên rejîma Îranê de 9 kes ku, piraniya wan jin û zarokên û medenî ne, şehîd bûne û 32 welatiyên din jî ku, piraniya wan medenî ne, birîndar bûne.

Saman Berzencî herwiha diyar kir ku, tevahiya nûjdar, nexweşxane û navendên tendirostî yên hikûmeta Kurdistanê ketine amadebaşiyê û hevkariyên pêwîst têne pêşkêşkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.