Vê bi tundî êrîşên Îranê werin mehkûmkirin.
Piştî ku, wezareta derve ya Îraqê ragihand ku, bi tundî êrîşên îro yên rejîma Îranê mehkûm dike û ev êrîşên han destdirêjiye bo ser axa Îraqê û ev yek bi tundî mehkûm û şermezar dikin, bi ti awayî vê yekê qebûl nakin, hate zanîn ku, vê balyozê Îranê yê li Bexdayê jî bo wezareta derve ya Îraqê were vexandin û note jê re were dayîn.
Weke tê zanîn îro danê sibê rejîma Îranê gelek navend û cîhên partiyên Kurdî yên Rojhilatê li herêma Kurdistanê û herwiha debistan û kempên penaberên Rojhilatê bordiman kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin