Di encama êrîşên Îranê de şehîd û birîndar hene.
Piştî ku, îro derdorê seat 10 rejîma Îranê bi awayeke berfire êrîşî ser Koye, Zirgiwêz û Pirdê kir, dîsa derdorê seat 2 rejîma Îranê careke din dest bi bordiman kirina Pirdê û Koyeyê kir.
Di encama êrîşa bo ser Pirdê de endameke tîma Kurdistan24 birîndar bûye.
Herwiha hate zanîn ku, heta niha li Koyeyê jinek û zarokek şehîd bûne û çend kesên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin