Li Koye şehîd û birîndar hene.
Kêliyek beriya niha spaha Pasdaran ya Îranê bi dron û mûşekan êrîşî ser sê navendên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li sê deverên curbicur yên Kurdistanê kir û spaha Pasdaran bi fermî ragihand ku, êrîş bi rêya dronên bombekirî û mûşekan pêk hatiye.
Îran êrîşî ser navenda hizba demokrata Kurdistanê ya li Koyeyê kiriye ku, tê gotin di heman êrîşê de cîhê kempê jî ku, têde jin û zarok dimênin kiriye û di encam de şehîd û birîndar hene.
Di bordimanê de debistan û nexweşxane jî hatine armanckirin.
Her îro êrîşî ser navenda partiya azadiya Kurdistanê ya li Şêrava ya li devera Pirdê kir û heta niha bordiman berdewame û zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de zaniyariyên rast li berdest tune ne, lê Serokê partiya han dibêje kuştî û birîndarên wan jî hene.
Li devera Zirgêwêza Silêmanî jî Îran êrîşî ser navenda hizba zehmetkêşan jî kiriye û bordiman demeke dirêj berdewam bûye û heta niha derbarê zirarên bordimanê de zaniyariyên rast nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin