Kêliyek beriya niha êrîş bi mûşek û dronan pêk hatine.
Li gor zaniyariyên berdest, kêliyek beriya niha artêş û spaha Pasdaran ya rejîma Îranê bi mûşek û dronan êrîşî ser sê navendên sê aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li sê deverên curbicur kiriye.
Zaniyarî qala vê yekê dikin ku, rejîma Îranê navendeke hizba demokrat ya li Koyeyê, navendeka partiya azad ya Kurdistanê li Pirdê û navenda komeleya zehmetkêşan ya li Zirgiwêz ya li Silêmanî bordiman û topbaran kiriye.
Heta niha derbarê zirarên topbaranan de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Mûşek û dron ji bajarê Serdeştê avêtine.
ji aliyeke din ve hate zanîn ku, kêliyek beriya niha li Pirdê çend dronên Îranî jî hatine xistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin