Çekdarên rejîmê ciwaneke din yê Kurd qetil kirin

çekdarên rejîmê raste rast êrîşî ser xelkê dikin.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Qezwînê hatiye kuştin.

Xwepîşandan û aloziyên navxweyî yên li Îranê berdewamin û di vê çarçoveyê de jî duhê bişev li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandanên mezin hatin kirin.

Di xwepîşandanên duhê yên li bajarê Qezwînê de, hêzên rejîmê raste rast gule li ser xelkê reşandine û di encam de ciwanekî Kurd ku, xelkê bajarê Sonqore û navê wî Elîreza Fethiye hatiye kuştin.

Ji aliyeke din ve çavkaniyên nefermî qala vê yekê dikin ku, heta niha zêdetir ji 100 welatiyên Îranî ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.