Îro li Bexdayê dîsa xwepîşandane

alîgirên Sedir vê carê gefên mezin dikin.
کوردستان TV
100%

 

Alîgirên Sedir xwepîşandanê lidar dixin.

Piştî ku, biryar hate dayîn daku, îro çarşem, parlementoya Îraqê bicive, alîgirên tevgera Sedir dîsa nerazîbûna xwe nîşandan û ragihandin ku, vê xwepîşandaneke mezin bikin.

Li gor daxuyaniya tevgera Sedir, ji duhê bişev ve, amadekariyên xwepîşandanê hatine kirin, hineke hêzên ser bi tevgera Sedir û alîgirên Sedir jî her duhê bişev daketin qadan û biryare îro çarşem xwepîşandaneke din ya mezin lidar bixin.

alîgirên Sedir vê carê gefên mezin dikin û dibêjin eger daxwazên wan neyên cîhbicîhkirin vê gavên mezin û girîngtir bavêjin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.