Şandeke leşkerî ya Holendayê serdana wezareta pêşmerge kir

hevkariyên Holendayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokerkanê pêşmerge civiya.

Îro şandeke leşkerî û Şiwêrmendên leşkerî ya Holendî serdana wezareta pêşmerge kir û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiya.

Di civînê de giftûgo li ser reformên nava hêzên pêşmerge, yekxistina hêzên pêşmerge û hevkariyên Holendayê yên bo hêzên pêşmerge hate kirin.

Di heman civînê de şanda Holendî tekez li ser berdewamiya hevkarî û piştîvaniyên leşkerî yên Holendayê yên bo hêzên pêşmerge kir.

Herwiha giftûgo li ser awa kirina du lîwayên nû yên hêzên pêşmerge jî hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.