Topbarana deverên sînorî dîsa destpê kir

topbaran ev 4 roje berdewame.
کوردستان TV
100%

Ev çar roje ev deverên han ji aliyê rejîma Îranê ve tên topbarankirin.

Piştî ku, îro danê sibê Îran bi dronan êrîşî ser gundeke devera Balakatê kir, topxaneyên vê rejîmê jî dîsa dest bi topbaran kirina deverên sînorî yên herêma Kurdistanê kirin.

Li gor zaniyariyên ku, Peymanêrê me dane, îro piştî êrîşa bi dron ya bo ser Balakatê, topxaneyên rejîma Îranê bi dijwarî hin deverên ser bi Sîdekanê topbaran kirine.

Ji bilî zirarên madî ti zirarên din yên vê topbaranê nebûne.

Weke tê zanîn ev roja çarane ku, rejîma Îranê deverên sînorî yên Kurdistanê topbaran dike.

Ji aliyeke din ve hizba demokrata Kurdistanê jî diyar kiriye ku, îro Îran bi dronan êrîşî ser navendeke wan kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.