Almanya: Lazime dorpêçên tund bixin ser Îranê

dibêje rejîma Îranê bi awayeke hovane li dijî xelkê tev digere.
کوردستان TV
100%

Daxwaz ji Yekîtiya Ewrûpayê kiriye piştîvaniya xelkê Îranê bike.

Li gor ajansa Almanî DPA wezîra derve ya vê welatî Annalena Baerbock daxwaz ji welatên endam di nava Yekîtiya Ewrûpayê kiriye daku, bi her awayî piştîvaniya xwepîşandanên li Îranê yên ku, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî destpê kirine, bike.

Wezîra derve ya Almanyayê Annalena Baerbock herwiha daxwaz ji YE kiriye daku, jiber kiriyar û helwestên tund û hovane yên rejîma Îranê li dijî xelkê, dorpêçên gelek dijwar bixe ser Îranê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.