Fermandarekî Îranî: Em di asta ketinê dene

dibêje metirsî li ser tevahiya Bakûrê Îranê heye.
کوردستان TV
100%

Spaha Pasdaran jî kesûkarên xwe veguhastiye bo cîheke ewle.

Li gor nûçeyeke malpera Iranianuk, xwepîşandanên li Îranê di roja 11mîn de berdewamin û lê zêdetir ji 150 bajar û bajarokên Îranê xwepîşandan didomin.

Çakaniyê belav kiriye ku, li Tehran û çend bajarên din yên Îranê Fermandarên spaha Pasdaran ji tirsa xelkê, kesûkarên xwe bo cîheke ewle veguhastine.

Ji aliyeke din ve Fermandarê hêzên ewlekarî yên Îranê li Bakûrê Îranê (Gîlan) ji çapemeniya Îranî re gotiye ku, em di asta ketinê dene, eger hêzên piştîvanî negehêjin hawara me vê Bakûrê Îranê bi tememî bikeve destê xwepîşanderan.

ev Fermandarê Îranî herwiha diyar kiriye ku, di navbera Fermandarên hêzên ewlekarî de nakokî û aloziyên mezin hene, hinek ji wan daxwaza êrîş kirine ser xelkê dikin lê hineke din jî daxwaz dikin êrîşî ser xelk neyê kirin û piştîvaniya xelkê were kirin û ev yek jî bo ser rejîmê metirsiyeke gelek mezine.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.