Li navenda Qumê rayedare û pêşengê şîeyan e.
Oldar navdar yê Îranê û yek ji pêşengên şîeyan li navenda olî ya bajarê Qumê rexne li rejîma Îranê dike û dibêje lazime rejîm guhê bide daxwazên xelkê.
Ev oldar han ku, navê wî Husên Nûrî Hemedaniye û li Îranê xwedan nav û denge, derbarê xwepîşandanên vê dawiyê yên li Îranê de rexne li rejîma Îranê dike û dibêje sedema tevahiya wan aloziyan rejîm û rayedarên rejîmê ne jiber ku, jiyana xelkê, daxwazên xelkê û canê xelkê tune dihesbîne.
Hemedanî herwiha diyar kiriye ku, eger ne jiber zilima rejîmê be, xelkê Îranê bi ti awayî dijî buhayên xwe yên olî û nîştimanî şoreşê nake û alaya xwe naşewitîne lê mixabin ev rijîm wisa li vê xelkê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin