Serok Barzanî: Nabe Rewşenbîr meydan bo xwefiroşan vala bikin

dibêje lazime rê bi neyar û xwefiroşan nedin çanda neyaran li ser gelê me feriz bikin.
کوردستان TV
100%

Di festîvala rewşenbîriya Dihukê de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Dihukê bi amadebûna Serok Barzanî 5mîn festîvala rewşenbîriya Dihukê destpê kir û Serok Barzanî jî di festîvala han de gotareke kurt pêşkêş kir.

Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de spasiya organîzatorên festîvalê û bixêr hatina beşdarên festîvalê kir û ragihand ku, îro rojeke dîrokiye bo gelê Kurdistanê jiber ku, salvegera referandûma gelê Kurdistanê û diyar kirina xwestek û serkeftina îradeya gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa girîngiya rola Rewşenbîran kir û ragihand ku, beriya niha gelek caran neyar hewl dan daku, gelê Kurd tune bikin lê îradeya gelê Kurd biser ket, di demên derbasbûyî de dijmin û neyar bi çek û hêzên xwe yên leşkerî hewla ji nav birina gelê Kurd dida lê niha bi rêbazên cuda ev hewlên han bi hevkariya hinek xwefiroşên navxweyî tên domandin lewre lazime îradeya Rewşenbîrên Kurd weke îradeya wan pêşmergeyan be ku, bi çekên seretayî şerê balefirên cengî dikirin.

Serok Barzanî eşkere kir ku, lazime Rewşenbîrên Kurd meydanê bo neyar û xwefiroşên navxweyî vala nekin û rê nedin ku, çand û keltûra dagîrkeran li ser gel û welatê me were ferizkirin û herwiha pêwîste Rewşenbîrên Kurd hewl bo pêşde birina çanda hev û du qebûl kirinê û bihevre jiyana aştiyane bidin û girîngî bi pirsên nîştimanî bidin.

Serok herwiha anî ziman ku, dîroka gelê Kurdistanê tîjeye ji serwerî, destkeft û şanazî, lewre lazime werin parastin û lazime Rewşebîr û takên Kurd jî xwe ji kes kêmtir nezanin û xwe jî ji kes mezintir nebînin û  got: Çavên wan kesan maç dikim ku, xwe neçemandine.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.