Ewrûpa û NATO li hember Putin bêdengiya xwe şikandin

vê dorpêçên dijwar yên nû bixin ser Rûsyeyê.
کوردستان TV
100%

Putin seferberiya giştî ya leşkerî ragihandibû.

Piştî ku, Serokê Rûsyeyê Wladimîr  Putin seferberiya giştî ya leşkerî ragihand û gefa bikar anîna bombeyên etomî kir, welatên Ewrûpayî jî derbarê Rûsyeyê de biryareke nû dan.

Li gor gotinên berpirsê karûbarê ewlekarî û siyaseta derve ya Ewrûpayê Josep Borrell, welatên endam di nava YE de biryar dane daku, dorpêçên nû bixin ser Rûsye, berpirs û dezgehên curbicur yên hikûkmeta Rûsyeyê.

Borrell herwiha diyar kiriye ku, YE biryar daye dak, hevkariyên zêdetir jî di warê leşkerî, darayî û abûrî de pêşkêşî Ukraynayê bike.

Ji aliyeke din ve NATO jî li hember gefên Putin bêdeng nemaye û ragihandiye ku, Putin nikare di vê şerê han de jî serkeftî be û encamên vê şerê jî vê gelek zirarê bidin Rûsyeyê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.