DIŞI xwestiye êrîşî ser kempa Hol bike.
Navenda çapemeniya hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, li ser esasê zaniyariyên ku, ketine destê wan, karîne du êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser kempa Hol pûç bikin.
Di daxuyaniya han de HSDê eşkere kiriye ku, terorîstên DIŞIê xwestine bi rêya tîmên xwe yên razayî bi du tirimbîlên bombekirî êrîşî ser kempa Hol bikin, lê hêzên wan li gundeke nêzî kempê, êrîşî ser wan tîmên DIŞIê kirine û karîne her sê terorîstên ku, xwe bo êrîş kirine amade kiribûn bikujin û her du tirmbîlên bombekirî jî bi awayeke ewle bêbandor bikin.
Di operasiyonê de endamekî hêzên asayîşê jî bi sivêkî birîndar bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin