Îraq û Frensa daxwaz domandina diyaloga Bexdayê dikin

behsa şerê dijî terorê û hewlên ava kirina hikûmeta Îraqê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Franse spasiya Îraqê dike.

Li gor çapemeniya Îraqê, wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên li gel wezîra derve ya Franseyê Catherine Colonna li New Yorkê civiyane û di civînê de behsa rewşa Îraqê, hewldanên aliyên siyasî yên bo ava kirina hikûmeta Îraqê û destpê kirina civînên parlementoya Îraqê kirine.

Her di heman civînê de her du alî behsa konferansa Bexdayê ya derbarê diyaloga navbera Siûdiye û Îranê de kirine û tekez li ser vê yekê kirine ku, lazime ev diyaloga han were domandin jiber ku, normal kirina têkiliyên navbera Îran û Siûdiyeyê bandoreke baş li ser rewşa deverê dike.

Di civînê de behsa çend mijarên din weke têkiliyên Franse û Îraqê, şerê Rûsye û Ukraynayê, şerê dijî terorê û metirsiyên DIŞIê hatiye kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.