Îraq berdewame li ser dijminatî kirina Kurdistanê

Kurdistan li dijî biryara han doz vekiriye.
کوردستان TV
100%

Biryarên siyasî yên dadgeha federalî dîsa dikevin rojeva hikûmeta Îraqê.

Hikûmet û hin aliyên nava hikûmeta Îraqê yên ku, li gor daxwaz û bi fermana Îranê tev digerin, bi mebesta zext xistine ser Kurdistanê dîsa ketine tevgerê.

Li gor ajansa fermî ya Îraqê kompaniya firotina petrola Îraqê di pêngava xwe ya dawî de, biryara dadgeha federalî ya Îraqê yaku, biryareke siyasiye li dijî herêma Kurdistanê xistiye rojeva xwe û di vê çarçoveyê de daxwaz ji kompaniyên biyanî kiriye daku, petrolê ji Kurdistanê nestînin.

Ev biryara dadgeha federalî yaku, aliyên siyasî yên Îraqê gotine emê vê hilweşînin, weke karteke siyasî û qanûnî li dijî herêma Kurdistanê tê bikar anîn û armanc ji vê yekê jî eve daku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî partiya demorkata Kurdistanê, bo prosesa ava kirina hikûmeta Îraqê daxwazên aliyên nêzî Îranê bipejrîne. Li hember de jî hikûmeta herêma Kurdistanê doz li hember vê biryarê vekiriye û ragihandiye ku, ev biryar biryareke siyasiye û dadgeha federalî li gor destûra Îraqê ne xwedan desthilate ku, derbarê qanûna petrol û gazê ya Kurdistanê de biryar bide.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.