Hijmara torîstan her diçe zêdetir dibe.
Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya torîzma Dihukê, ji destpêka sala 2022an ve heta destpêka meha Îlonê, bi giştî 1 miliyon û 600 hezar torîstên navxweyî û biyanî serdana cîhên torîstîkî yên parêzgeha Dihukê kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, hikûmeta Kurdistanê gelek girîngî bi kerta torîzmê dide û jiber vê çendê jî gelek projeyên torîstîkî li deverê de hatine vekirin û ev yek jî bûye sedema zêdetir bûna hijmara wan torîstên ku, serdana deverê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin