Bi dehan Rojhilatî hatin birîndar kirin

li Seqizê welatiyeke din canê xwe ji dest da.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev pevçûn di navbera welatiyên Kurd û hêzên rejîmê de çê bû.

Duhê piştî veşartina cenazeya Mehsa Emînî, ev keça Kurd ya xelkê Seqizê yaku, li Tehranê di encama eşkenceyê de canê xwe ji dest dabû, li bajarê Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandanên mezin dijî rejîmê çê bûn.

Di encama xwepîşandanên han de bi tenê li Seqizê welatiyek canê xwe ji dest da û 13 welatiyên din jî birîndar bûn.

Herwiha li Sine, Merîwan, Kirmaşan, Kamiyaran û çend bajarên din jî xwepîşandanên mezin çê bûn û hêzên rejîmê jî êrîşî ser welatiyên Kurd kirin û çend welatiyên Kurd hatin birîndarkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.