Qonaxa sêyem ya operasiyonê bidawî hatiye.
Fermandariya giştî ya hêzên Sûriyeya demokratîk derbarê operasiyona ewlekarî ya li kempa Hol de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya Fermandariyê de hatiye diyarkirin ku, qonaxa sêyem ya operasiyona ewlekarî di nava kempa Hol de bi dawî hatiye û di encama vê operasiyonê de şervanan karîne bi giştî 116 endamên DIŞIê yên ku, xwe bo amadekirin bo êrîş kirin û reviyan ji kempê kirine, binçav bikin.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, di heman operasiyonê de 25 tonelên DIŞIê jî hatine wêrankirin û dest jî bi ser gelek çek, cebelxane û amûrên din yên leşkerî de hatiye girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin